YPG: Parastina yekîtiya axa Sûryê ji erkê me ye

Peyvdarê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (Nûrî Mehmûd): Parastina yekîtiya axa Sûryê ji erkê me yê niştimanî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (Nûrî Mehmûd) ragihand, ku parastina yekîtiya axa Sûryê ji erkê wan yê niştimanî ye.

Nûrî Mehmûd di hevpeyvînekê de li gel malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihand, ku karên wan ji bo rizgarkirina Efrînê ji destê Artêşa Tirkiyê û çekdarên tundrew berdewam in û ew ji bo vê mijarê pilanên xwe amade dikin.

Mehmûd derbarê şerê Idlibê got: Çi Efrîn be yan Cerablus yan Bab, Ezaz û Idlib be, ew navçe bi tevahî dagîrkirî ne, ji ber vê yekê jî em kar li ser rizgarkirina Efrînê û tevahiya bajarên Sûryê dikin.

Derbarê şerê Siwêda jî, navhatî got: Her dema xelkê wê navçeyê razî bibin ku em tevlî operasyona li dijî DAIŞê bibin, em ji tevlîbûnê re amade ne.

N.O