Serok Barzanî: Kerkûk hatiye dagîrkirin û em ji serxwebûnê danakevin

Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel kanal a BBC ya Brîtanî tekez kir ku, ew ji biryara referandûmê poşman nebûye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel kanal a BBC ya Brîtanî tekez kir ku, ew ji biryara referandûmê poşman nebûye. Ji ber ku, referandûm biryara xelk û aliyên siyasî yên Kurdistanê bû. Herweha Amerîka û civaka navdewletî ti bijardeyek din li cihê referandûmê pêşkêş nekirin.

Li ser rewşa Efrînê jî Serok Barzanî tekez kir ku, şer çare nîn e û ew daxwaza rawestandina şer dikin.