Li Diyarbekirê 3 kes ji malbatekê bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Diyarbekirê 3 kes ji malbatekê bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Li bajarê Xarpêt ê Bakurê Kurdistanê pêketiyên bi vîrusa Koronayê yên baş bûne, piştî du heftiyên li nexweşxaneyê vegeriyan malên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê 3 kes ji malbatekê bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Li bajarê Xarpêt ê Bakurê Kurdistanê pêketiyên bi vîrusa Koronayê yên baş bûne, piştî du heftiyên li nexweşxaneyê vegeriyan malên xwe.

Li gor zanyariyan, li Diyarbekirê 3 kesên ji heman malbatê, zilamek ligel dayîk û xwişka xwe bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Heta niha û li gor amarên ne fermî jî, heta niha 25 kesan li Diyarbekirê bi Koronayê canê xwe jidest dane.

Li Xarpêtê du pêketiyên din ên Koronayê piştî wergirtina çareseriyê vegeriyan mal. Parêzgarê Xarpêtê Çetîn Oktay jî diyar kir ku heya niha 33 pêketiyên koronayê li baş bûne û vegeriyane mal.

Pêketiyên Koronayê yên ji bo mal hatine şandin, ji aliyê pizîşk û tîmên tendirustiyê ve bi lêdana çepikan hatin oxirkirin.

Heya niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 140 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 90 hezar kes jî bi Koronayê ketine.

 

S. B