Îran: Divê Tirkiyê bilez operasyona Efrînê bidawî bîne

Rûhanî: Di wê operasyonê de, tenê Kurd û Tirk tên kuştin û sûd û mifaya ti aliyekî di wê operasyonê de tine ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ku operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya Tirkiyê li Efrînê, bê mifa ye û daxwaz ji Tirkiyê kir ku bilez wê operasyonê bidawî bîne.

Di çarçoveya konfiransekî rojnamevanî de, Serokê Îranê derbarê pirsekê li ser rewşa Efrînê ragihand, ku helwesta Îranê ji destpkê ve li dijî wê yekê bû, ku artêşa welatekî biçe nav axa welatekî din û şer bike, lê heger biçe divê bi razîbûna Hikûmet û xelkê wî welatî be.

Bi gotina Hesen Rûhanî, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, xelk û Hikûmeta Sûryê dilgiran bûne, Îran jî vê operasyonê nedirust dibîne û got: Em bi hêvî ne di zûtirîn dem de ew operasyon bi dawî bê.

Rûhanî tekez kir, ku di wê operasyonê de, tenê Kurd û Tirk tên kuştin û sûd û mifaya ti aliyekî di wê operasyonê de tine ye.

Operasyona serbazî ya artêşa Tirkiyê bi navê (Şaxê Zeytûnê) di roja 20ê meha derbasbûyî de li Efrînê destpê kir û li gorî daxuyaniyên YPGê, heya niha artêşa Tirkiyê gundekî Efrînê kontrol nekiriye.