Tirkiyê 3 roj molet daye YPG daku ji Efrînê vekişe

Tirkiyê ferman daye serbazên xwe yên li ser sînorên Sûryê, ku di amadebaşiyê de bin, ji bo derbasî Sûryê bibin, dema ku ew molet bidawî bê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpereke Erebî li ser zimanê jêderekî serbazî di nav artêşa Tirkiyê de belav kiriye, ku artêşa Tirkiyê 3 roj molet daye YPG daku ji Efrînê vekişe û ferman daye serbazên xwe yên li ser sînorên Sûryê, ku di amadebaşiyê de bin, ji bo derbasî Sûryê bibin, dema ku ew molet bidawî bê.

Ji aliyê xwe ve Artêşa Azad ya Sûryê ragihandiye, ku Tirkiyê daxwaz ji wan kiriye, lîstekê bi navê yekîneyên opozisyonê amade bikin û ji bo Artêşa Tirkiyê re bişîne daku ew yekîne derbasî Efrînê bibin. Wan jî ew lîste şandiye û amade ne di her demkê de derbasî Efrînê bibin.

Duh jî artêşa Tirkiyê hin gundên Efrînê topbaran kir û şer û pevçûn di navbera wê û şervanên YPGê de qewimî, ji aliyê xwe ve serokê Tirkiyê ragihand ku ewê Efrînê bi ser YPGê de hilweşînin.