Çekdarên DAIŞê dubare bajarê El-Bûkemal kontrol kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Çavdêrgeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, piştî şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û hevalbendên wê de li dijî çekdarên DAIŞê li başûr û rojhilatê El-Bûkemal li Dêra Zorê, çekdarên DAIŞê karîn careke din wê deverê bi temamî kontrol bikin.
Berî niha artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku hêzên wê bajarê El-Bûkemal yê ser bi Dêra Zorê ve bi temamî kontrol kirine, lê çekdarên DAIŞê dubare ew bajar kontrol kir.