Civaka PKK, PYDê civaka kînê

Kurd24

Civak yan jî xelkên li der û dora PKK-PYD xelkên bijartî ne, ewên amade ne ji hemû biryaran re, bimire bimire, rabe rabe, here here, were were, ewên bê vîn in, hişê xwe bikar naynin, nafikirin, û ku fikirîn wê bêtar derkevin an wê ji PKK-PYD cuda bibin, ango wek kerî amade ne her tiştî ji şivan(serkird û medya xwe) bi tenê bawer bikin, nimûne; ji roja PKK hatiye damezirandin, endam û civaka xwe li dijî Kurdên din sor dike, li destpêkê digot, partiya serxwebûnê nexwaze xayîn û xwefiroşe, lê, aniha û piştî girtina Ocelan her tişt hate guhertin, êdî bi biratiya gelan û Umeta demuqrat bang dike û dibêje; heçê serxwebûnê bixwaze xayîn û xwefiroş e.

Civaka PKK-PYD bê rexne ye, di ewê civaka rêxistinî de, rexne êrîş û sivikayetî bi Ocelan e,  jixwe Ocelan her tişte, di kesayetiya wî de Kurd û Kurdistan qambostî kirine.

PKK-PYD êdî li dijî dewleta neteweyî ne, mebest li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, ango xwîna wan şehîdên ji bo rizgar kirina Kurdistanê boş û vala çû, aniha jî şer dikin û şehîdan didin ji bo çi û di ber çi de ne zelal e, wek Reqa û Dêrezor li Sûriyê. Hema hema hemû rêber û serkirdeyên PKK-PYD helwest û gotarên li dijî dewleta neteweyî dane. wek nimûne, Cemîl Bayik: "Me dev ji fikra dewleta Kurdî berdaye". Salih Muslim: "Bêjeya dewleta Kurdî nema bi kêr tê". Xetîb Dicle: "Me fikra dewleta kurdî avêt bermîla zibalê". Dewran Kalkan: "kurd ne netewe ne". Mustefa Karasu: "Me dev ji pirojeya dewleta kurdî berdaye". Di eynî demê de doza kongireya neteweyî dikin, lê ku hat û kongire saz bû, wê şert mercên asê deynin daku bi ser nekeve, wek hewldana dawî li başûrê Kurdistanê ya berî 3-4 salan, dêmek wek silogan û helwestfirotinê bi kar tînin, daku civaka li der û dora xwe winda nekin.

Pilan hemû li ser serê Kurdan e, ji bo nebin xwedî dewlet û bi pêş ve neçin, eger silogana biratiya gelan û umeta demuqrat ne pilan be, bila PKK-PYD li pêşî rûxandina her çar dewletên dagîrker bixwazin, û di dûv re ji nû ve ava kirina wan dewletan li ser bingehê biratiya gelan û umeta demuqrat, wê wextê emê bawer bikin ku ya Pkk-Pyd ne ji bo tune kirina kurdan e. Ma dewleta Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye çi ne, ma ne dewletên neteweyî ne, çima PKK-PYD doza rûxandina wan nake. Hemû dewletê cîhanê li ser bingehên neteweyî ava bûne, ta bi Swêd û Swîsra.

Civaka PKK-PYD tije kîna li dijî Kurd e, heçê ne bi me re be, li dijî me ye. Medya PKK-PYD rola sereke di vê yekê de dilîze. Ji bo jê bê bawer kirin derewan jî dike, nimûne gelek in, lê hema şoreşa Rojava wek nimûne û dijîtiya li dijî başûrê Kurdistanê. Medya PKK-PYD bi xelkê daye bawer kirin ku Rojava ji rêjîma Esed rizgar kirine, lê li ser xakê tiştekî wiha tune, rêjîm wek berê li Qamişlo maye û di kar û deshilata xwe de berdewam e. Li hemû Sûriyê peykerên Hafiz Esed rûxiyan, bi tenê li Qamişlo çikandî maye, û hema hema rojane partiya Baas komcivînên xwe li Qamişlo saz dike, û berpirsyarên rêjîmê bi riya balefirxaneya Qamişlo diçin û tên. Berî du hefteyan û di eynî rojê de du komcivînên mezin li Qamişlo li dar ketin, kongireyê ENKS li taxa Kornîş û komcivîna partiya Baas li navenda çandî, bi bihaneya negirtina muhletê, asayişên Pyd êrîş birin ser kongireyê ENKS û kongir têk birin, lê kesek nêzîkî partiya Baas nebû.

Medya PKK-PYD ew medya ye ku xelkê li ser derew û dijîtî û kînê perwerde dike. Hema çi şaşî li başûrê Kurdistanê bibe, dike sûnc û gunehê PDK û Barzanî. Pêşmerge bi tektîkên leşkerî cihê xwe diguhere, medya PKK-PYD belav dike û dibêje Pêşmerge reviya, nimûneyek din, şeva xiyanet û xedrê di 16ê cotmehê de, medya PKK-PYD belav dike ku hemû sûnc û gunehê Barzanî ye.

PKK-PYD kesayetiya kurd û simbolên wî dike armanc. Medya û serkirdeyên Pkk-Pyd xelkê li ser dijîtiya Pêşmerge perwerde û sor dikin, hema çi tektîka leşkerî yan veguhestina Pêşmerge ji cihekî boyî cihekî din dikir rev, daku sivikatiyê bi Pêşmerge bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê wek ku şerê Erdogan ji aliyê medya, endam û civaka Pkk-Pyd tê kirin yê Esed nayê kirin. Ev yek gotina Ocelan tîne bîr û bala mirov; kurdên Rojava ji bakur koçberî Sûriyê bûne, wacibê me ye em wan vegerînin. Pirs ew e: eger Esed ne elewî(Şîî) ba wê ev piroje tune ba, egera din ew e kurdan xwe bi xwe bera hev din, ew yên li dijî Esed û yên li dijî Erdogan.

Serkirde û medya PKK-PYD mecbûr bûn piştgiriya referenduma Kurdistanê bikin, ne ji bo çavê kurdan ê reş, lê piştî dîtin ku hemû pêkhatiyên Kurdistanê beşdariyê di referendumê de dikin, mecbûr bûn pişta wê bigrin. Lê ku hema di 16ê cotmehê de xiyanetê destpêkir, medya û serkirdeyên PKK-PYD ji helwestên xwe poşman bûn, û dest bi derew û daxwiyaniyên cuda kirin, daku xelkê li dijî Barzaniyê bêguneh û Pêşmergeyên bêguneh sor bikin, hinan ji wan ta bi xiyaneta Hêro, Bafel û Lahor kirin sûnc û gunehê Barzanî û Pêşmerge, encama referendumê û coşa xelkên Kurdistanê û helwest û daxwiyaniyên hemû partiyan û piştgiriya wan ji referendumê re, piştguh kirin û mixabin wijdanê wan neliviya û rastî negotin, belê dest bi êrîş kirina ser Pdk û Barzanî kirin, wek ku çi şaşiya bûbe sûnc û gunehê Barzanî û Pdk bi tenê be.

PKK-PYD rojekê ji rojan biratiya Kurdan neparastine, tim û tim biratiya Kurdan têk birine, li ser bingeha; tu bi me re yî, û ku tu ne bi me re bî, dêmek li dijî me yî. Di bin evê sîwanê de, gelek kurdên baş hatine kuştin, gelek jî bûne xayîn û xwefiroş. Di nav endam û civaka PKK-PYD de jî biratî tune, rêbaz û hezkirina Ocelan heye.

22/11/2017