PDK-S: Yekrêziya Kurdî rê li pêş Tirkiyê digire hinceta PKKê bîne meydanê

Hewlên nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Serkirdeyên ENKS û PYDê jî tekez dikin, ew ji yekrêziyê re amade ne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hewlên nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Serkirdeyên ENKS û PYDê jî tekez dikin, ew ji yekrêziyê re amade ne.

Piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, careke din  bangewaziyên nêzîkbûna navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê partiyên siyasî ve tên kirin. Serkrideyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) tîne ziman, heger rêkeftinek di navbera ENKS û HSD an jî Rêveberiya Xweser de çê bibe, dê rê li pêş êrîşên Tirkiyê bigre û dibêje dê aramiyê jî li deverê bicih bîne.

Endamê Polîtburoya PDK-S Mustefa Cuma di vê derbarê de ji K24ê re got: “Heger yekbûneke siyasî di navbera ENKS û HSD ya Rêveberiya Xweser de bê naskirin, dê gelekî li xweşiya gelê me were, rê li pêş gelek nakokî û astengiyan dibire, ji ber yekbûna siyasî dê piştgîriyeke navdewletî jî dê jê re hebe û ez bawer in dê metrisî jî li ser gelê me rabe, herwiha maf jî li pêş Tirkiyê namîne ku hinceta PKKê bîne meydanê.”

Ji aliyê xwe ve jî Endamekî Nûnertiya Partiya Yektîtiya Demokratîk (PYD) li Başûrê Kurdistanê, nêzkûna aliyên siyasî li Rojava bi erînî dinerxîne û tekeziyê li ser wê yekê dike, PYD bi wan destpêşxeriyên nêzkbûna navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.

Endamê Têkeliyên PYDê li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen ji K24ê re dibêje: “Êdî dema yekrêziya gelê Kurd hatiye, bi taybet jî di nava tevgera siyasî de, ji ber ku ev qonaxeke pir hestiyar e û hevsengiya herêmî pir hatine guhartin, divê emî jî wek partiyên siyasî hevsegiyine nû li gor destkeftiyên li Rojava ava bikin, ji ber ku Rêveberiya Xweser bi giştî destpêşxerî girtiye û got ku tiştekî pîroz e û çi li erkê Rêveberiya Xweser bikeve, dê bikin, PYD jî beşek ji Rêveberiya Xweser e û em wê tiştekî erênî dibînin.”  

Tevî ku bangên li hevhatina navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji piraniya partiyên siyasî û aliyên serbazî tên gotin û dikevin rojevê, lê heya niha li ser erdê ti rêkeftin nehatine encamdan.