Şerê Tirkiye û PKKê 11 gundên Kirîstiyanan li Zaxo vala kirine

Topbarana Tirkiyê û şer û aloziyên di navbera Tirkiye û PKKê de, bûye sedema xalabûne 11 gundên Kirîstiyanan li qezaya Zaxoyê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Topbarana Tirkiyê û şer û aloziyên di navbera Tirkiye û PKKê de, bûye sedema xalabûne 11 gundên Kirîstiyanan li qezaya Zaxoyê.

Berdewamiya şer û bi taybet nêzîkbûna topbaranan ji gundê Kirîstiyanan, tirs û nîgeraniya kirîstiyanan zêdetir kiriye û gelek ji wan jî koçber bûne.

Qeymeqamê Zaxo Botan Mihsin Salih di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, gundên Kirîstiyanan bi temamî hatine valakirin û gelek ziyanê gihîştiye zeviyên wan.

Ji encama şer û operasyona Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku zêdetir ji 90 gundên Kirîstiyanî û Musilmanan li qezaya Zaxo vala bibin.