Parlementarekî AKP: Dewleta Kurdistanê ya serbixwe bo Tirkiyê nabe kêşe

Parlamenterê AK Partiyê Orhan Atalay diyar kir, ne Tirkiye ne jî Barzanî doza xakê ji hev nakin, loma wê referandûm û Dewleteke Kurdistanê ji bo Tirkiyê nebe kêşe. Helwesta Mesûd Barzanî giring e di warê dahatûya pêwendiyên di nava Kurdistan û Tirkiyê de.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Parlamenterê AK Partiyê Orhan Atalay diyar kir, ne Tirkiye ne jî Barzanî doza xakê ji hev nakin, loma wê referandûm û Dewleteke Kurdistanê ji bo Tirkiyê nebe kêşe. Helwesta Mesûd Barzanî giring e di warê dahatûya pêwendiyên di nava Kurdistan û Tirkiyê de.

Serokê Rêxistina Hevkariya Îslamî ya Koma Yekîtiya Tirk ya di Parlamentoyê de û Parlamenterê AK Partiyê Orhan Atalay derbarê referandûma bo Serxwebûna Kurdistanê de axivî û got; Referamdûma li Kurdistanê tercîha wan mirovan e û mafekî jê rewatir jî nîn e ku çarenûsa xwe diyar bikin. Dema vî mafê xwe bikarbînin dikarin danûstandinên bîr û boçûnan bikin, lê ne mecbûr in ku destûrê ji ti kesî bixwazin. Li gorî min ev maf ji aliyê Xwedê ve hatiye dayîn û divê wisa bê nirxandin. Çarenûsa vê cografyayê ku Tirkiye jî di navê de ye bi Sykes-Pîcotê hatiye tayînkirin.

Atalay ragihand, teşekkûla sînoran ne xwezayî ne. Cografya, bawerî, nasname û civaknasî ne li ser wê bingeha binyadî ne. Ji ber vê yekê li ser vê erdnîgariya ku binyada xwe ji tayîna mêtîngeriyê digire ne aramî ne jî aştî pêk nehat.

Parlamenterê AK Partî Prof. Orhan Atalay ji K24ê re jî got: "Ew kartên li Rojhilata Navîn careke din têne tevdan. Li Sûriyê, Irak, Yemen û Katarê li vê cografyayê wê tiştek wekî doh nemîne. Bi taybetî ji Iraq di merhaleyên gelekî giring re derbas bû. Niha wê Mesûd Barzanî di meha Îlonê de referandûmê pêk bîne. Digel hemû cîranan, em bi Kurdistanê re jî ji aliyê civakî, siyasî û aborî ve di nava danûstandinên baş de ne. Tirkiye deriyekî giring e ji Kurdistanê re ku karibe berê xwe bide dinyayê. Tirkiyê ti carî deriyên xwe ne girtin li cîranên xwe."

Atalay bibîr xist ku di tevkujiya Saddam ya Helebje de Tirkiyê Kurd kirine mêvanê xwe û 5 sal in Ereb, Kurd û Tirkmenên li Sûriyê dike mêvanê xwe. Loma referandûm her çawa encam bide bila bide wê Tirkiye tû carî deriyê xwe li Kurdistanê negire. Atalay got; Çand û kelepora civaka me yek e. Li vî aliyê Dîcleyê birayek li wî aliyê din jî birayek maye. Ne mimkûne ku bira ji bira, xal û xwarzê jî ji hev bê cihêkirin.

Orhan Atalay dibêje: "Em wek AK Partî ku Tirkiyê birêve dibin, egera wê nabînin ku piştî referandûmê li hemberî dewleta Kurdistanê wek ambargoya Dewletên Xalîcê ku li dij Qetarê dane destpêkirin karîger bikin. Metirsiyeke wiha heye. Ger li wir dewletek ava bibe wê bandorê li Kurdên li Tirkiyê bike. Ez biqasî serê derziyê îhtimalê nadim vê yekê. Sibê roj dema Kurdistanek ava bû ez bawer nakim ku wê Kurdên li Tirkiyê bibêjin em jî dixwazin tevlî wê derê bibin. Berwajî vê yekê ez çaverê dikim ku bi dewleta Kurdistanê re ku dê bê damezrandin wê çûnûhatin û pêwendiyên Tirkiyê ên bazirganiyê hê xurttir bibin."

Herwiha Orhan Atalay da zanîn; ew bawer dike ku wê rêveberiya Kurdistanê wê ezmuna Komara Kurd ya Mehabad û Melikiya Kurdî ya Silêmanî li ber çav bigire û gavên xwe hê bi hişyartir biavêje. Ji ber ku ev cografyaya Rojhilata Navîn veguheziye rewşeke wisa ku ji derve her cure mudaxele lê mimkûn e. Atalay got; Di prosesa bikaranîna mafên xwe yên rewa de beyî kuştin û şikenandinê jî mirov dikarin bijîn. Dema metirsiyên Tirkiyê bêne sivikirin û bêhtir pêwendî bêne danîn wê tû kêşe rû nedin. Ji ber ku Tirkiye naxwaze bi cîranên xwe re nebaş be.