Sersala Kurdî li Diyarbekirê hat pîrozkirin

Wek çandeke li ber têkçûnê, pîrozbahiya serê salê yê Kurdî, li Diyarbekir nehat jibîrkirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Wek çandeke li ber têkçûnê, pîrozbahiya serê salê yê Kurdî, li Diyarbekir nehat jibîrkirin. Xort û zarokên Kurd bi xemlên Kurdî, derketin kolanan û bi şiyara: 'Serê salê binê salê, xwedê kurekî bide vê malê' şahî lidar xistin.

Sersala çanda Kurdî, ji aliyê Komeleya Hêviyên Rengareng ve nehat jibîrkirin. Endam û rêvebirên komeleyê, bi welatiyan re, derketin kolanan û bi şiyar û sitranên Kurdî, şahiya serê salê lidarxistin. Serê salê ku di 1'ê Çeleyê de tê pîroz kirin, di nav Kurdan de jî, li gor tekvîma hîcrî, şeva ku 13'ê Çeleyê bi 14'ê Çeleyê ve girê dide, wek kevneşopiyekî tê pîroz kirin.

Rêvebirê Komeleya Rengareng Ciwan Aytaş bal kişand ku parastin û xwedîlêderketina çanda civakê gelek girîng e û wan jî bi vê çalakiya xwe, xwestina vê çanda civaka Kurd bi zarok û welatiyan re bibîr bixin.

Ciwan Aytaş ji K24ê re got: "Di sersalê de hin gotinên her tên gotin hene wek 'serê malê binê malê xwedê kurekî bide vê malê.' Me jî ew guhart û got sere salê bine malê xwedê aştiyê bide vê malê. Melûme Kurd li her çar aliyên Kurdistanê de, hinek astengiyan dikşînin. Di warê, çand, zamin û hunera xwe de. Me jî xwest bi zarokan re çalakiyeke wiha lidar bixin û bi zarokan re pîroz bikin, hişmendiyekî ava bikin. Tenê ne zarokan jî, em derketin kolanan û bi civakê ra me xwest hişyariyekî peyda bikin."

Kevnariya pîroz kirina serê salê li gor tekvîma tavê di nav gelê Kurdistanê û mezopotamyayê de, heta serdema şaristaniyên Sumerî û Babîlî jî diçe.

Yeter Erel Tûma jî radigihîne ku mebesta wan ji vê komeleyê, kar û xebatên bi vî rengî bûne ku bi welatiyên li Diyarbekirê û bi taybet li nav Sûra Diyarbekirê re, piştî şerê xendekan xwe tedawî bikin û bi taybet bi zarokan re çalakiyên wiha dikin da ku ji çand û zimanê xwe bêpar mezin nebin.

Rêvebira Komeleya Rengareng Yeter Erel Tuma dibêje: "Armanca me ji vekirina vê komeleyê, di sala 2017'an de, bicîhanîna pêwistiyên welatiyên li Sûrê bû û niha jî em dixwazin çand û dîroka li vî ciyê qedîm, biparêzin û bipêş bixin. Mixabin di şerê xendekan de, gelek têkçûn pêk hatin û em jî hewil didin bi gel re birînên xwe radipêçin. Di çalakiya ser salê de jî me dît ku bêriyekî vê civakê ji bo çanda xwe heye."

Di pîrozbahiyên serê salê de, jin cil û teşeya mêran, mêr jî reng û teşeya jinan didin xwe û zarok jî rola Kalikan li xwe digrin û mala bi mal digerin. Bi taybet li bajarên wek Diyarbekir, Sêrt û Mêrdîn heta salên dawî jî çandeke berdewam e.