Li Kanî Masê mayîn teqiya: Kesekî Danîmarkî canê xwe ji dest da

Li nahiya Kanî Masê ya ser parêzgeha Duhokê û nêzîkî sînorê Tirkiyê, welatiyekî Danîmarkî ku siwarê bisîkletê bû, bi teqîna mayînekê canê xwe ji dest da.

Duhok (K24) – Çavkaniyekî ewlehiyê li sînorê nahiya Kanî Masê ya ser bi parêzgeha Duhokê ji K24ê re ragihand, welatiyekî Danîmarkî îro danê êvarê ji ber teqîna mayîneke PKKê canê xwe ji dest da.

Li nahiya Kanî Masê ya ser parêzgeha Duhokê û nêzîkî sînorê Tirkiyê, welatiyekî Danîmarkî ku siwarê bisîkletê bû û bi teqîna mayînekê birîndar bû, canê xwe ji dest da.

Beriya niha hatibû ragihandin ku tîmên hawarçûnê berê xwe dane cihê bûyerê, lê belê ji ber ku cihê bûyerê dûr e û metirsiya hebûna mayîn û bombeyên vedayî hene, nikarin xwe bigihînin cihê bûyerê.