Ermeniyên Dêrsimê piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin

kurdistan24.net

K24 – Dêrsim

Piştgiriyên ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ji gelek aliyan ve berdewam e. Komeleya Ermeniyên Dêrsima Bakûrê Kurdistanê jî ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê piştgiriya xwe ragihand û diyar kir ku ew mafê dewletbûyînê rewa dibînin.

Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ne tenê di nav Kurdan de di nav gelek pêkhate, ol û neteweyan de rastî piştgiriyê tê. Di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de peyameke piştgiriyê jî ji Komeleya Ermeniyên Dêrsimê hat. Serokê Komeleya Ermeniyên Dêrsimê dibêje; êdî mafê Kurdan e ku bibin xwedî dewlet û ew wekî xelkên Ermenî piştgiriya vê pêvajoyê dikin.

Serokê Komeleya Ermeniyên Dêrsimê Mîran Pîrgîç ji K24ê re got: "Kurdan gelek tekoşîn daye û mexduriyeta şer bi awayekî dijwar jiyane. Niha êdî mafê Kurdan e ku bibin xwedî dewlet. Ji ber vê yekê ez wekî Ermeniyekî piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dikim. Ez bawer dikim ku dê ev pêvajo jî bi ser bikeve."

Kelecana Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi awayekî berbiçav di nav ciwanên Dêrsimê de jî derdikeve holê. Ciwanên Dêrsimê dibêjin ku neviyên Seyîd Riza li benda pêkanîna vê xewna neteweyî ne.

Dêrsima Bakûrê Kurdistanê ji aliye çandî, siyasî, olî û neteweyî ve bajarekî rengîn û dewlemend e û tiştê ku van hemû hêmanan tîne cem hev jî piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye.