Konsolê Brîtanya: Kar bo pêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re dikim

Konsolê nû yê Brîtanyayê li Hewlêrê radigihîne, di erk û karê xwe de li Herêma Kurdistanê kar bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolê nû yê Brîtanyayê li Hewlêrê radigihîne, di erk û karê xwe de li Herêma Kurdistanê kar bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de dike.

Di çarçova hevdîtinekê di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û konsolê nû yê Brîtanya li Hewlêrê Martyn Warr de, ku îro 2 Tîrmehê bi rê ve çû. Pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Konsolê Brîtanyayê pesna rola Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de ya ji bo gihêştina bi azadiyê da. Herwiha amaje be bi gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya di rojnameya Washington Post ya derbarê referandûm û serxwebûna gelê Kurdistanê kir.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî, ewlehî û qonaxa piştî DAIŞê hatin guftûgokirin û ronahî xistin ser biryara referandûma Kurdistanê di 25 Îlona bê de û behsa dîroka hevbeş a gelê Kurdistanê di dewleta Iraqê de û wan êşên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê yên li hember gelê Kurdistanê encam dane, kirin.