Rewşenbîrên Mûşê: Serxwebûn ji îdeolojiyan girîngtir e

Biryara Lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Bakûrê Kıurdistanê ji nêz ve tê şopandin. Rewşenbîrên Mûşê vê biryarê wek gaveke dîrokî dinirxînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Mûş

Biryara Lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Bakûrê Kıurdistanê ji nêz ve tê şopandin. Rewşenbîrên Mûşê vê biryarê wek gaveke dîrokî dinirxînin.

Dengvedana biryara lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Bakûrê Kurdistanê jî berdewam e. Wekî gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê li Mûşê jî kelecan û keyfxweşiya biryara Referandûma Serxwebûnê heye. Lêkolîner û nivîskar Omer Ozmen amaje dike ku divê êdî baş were fêmkirin ku dewlet ji bo netewan pêdiviyeke jiyanî ye.

Lêkolîner û nivîskar Omer Ozmen ji K24ê re wiha axivî: “Di cihana nûjen de mafê her milletekê heye ku biryara çarenûsa xwe bide. Milletê kurd jî di rojhilata navîn de 50 milyon kes e. Şerê DAIŞ’ê jî daye nişan k udi cîhanê de çarenûsa millete Kurd tê nîqaşkirin. Giştpirsîn a 25’ê Îlonê rêvekirina dewletbûyîna Kurdistanê ye.”

Rewşenbîrên Mûşê tînin ziman ku ti carî derfetên avakirina dewleta Kurdistanê evqasî guncav nebibûn û pêwîste kurd vê yeke baş binirxînin. Lêkolîner Abdûlbarî Han dibêje ku pêwîste hemû kurd li gorî derfetên xwe piştgiriya vê pêvajoyê bikin.

Lêkolîner Abdûlbarî Han ji K24ê re got: “Em ji mafê ecem, erep, tirk û gele din ne aciz in û bila ew jî mafên xwe bi kar bînin. Wê deme bila ew jî ji mafên me aciz nebin. Em jî viya dixwazin.”

Lêkolîner û nivîskar bang dikin ku Referandûma Serxwebûna Kurdistanê mijareke ji siyasete bilindtir û mezintire ku divê hemû aliyên siyasî yên kurd piştgiriya pêvajoya serxwebûnê bikin.