Balî: Hêzên Kurd li başûr û rojava şerê teror a hov kirin

Berpirsê Navenda ragihandinê yê Hêzên Sûriya Demokrat Mustafa Bali ji Kurdistan24 re ragihand, Hêzên Kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê herî zêde dijî terorê, bi taybetî dijî terora DAIŞ şer kirin

K24- Navenda Nûçeyan

Şandek Fransî û Amerîkî ji Hevpeymanya Navdewletî li Ên Îsayê digel Serkirdatiya HSD çarenivîsa rojhilatê Firatê gotûbêj dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belavkiriye,  îro şandek Hevpeymaniya Navdewletî ku ji fermandarên Fransî û Amerîkî pêk tê, li bajarê Ên Îsa digel Serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokrat dicive û dê behsa gefên Tirkiyê yên liser rojhilatê çemê Firatê û çarenivîsa wê navçeyê bikin.

Ligor Rewangehê biryar e her du alî bigihin têgihiştineke nû li rojhilatê Firatê, ji bo bidawîanîn a gefên Tirkiyê yên li ser navçeyê.

Berpirsê Navenda ragihandinê yê Hêzên Sûriya Demokrat Mustafa Bali ji Kurdistan24 re ragihand, Hêzên Kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê herî zêde dijî terorê, bi taybetî dijî terora DAIŞ şer kirin. Herweha serkeftin li dij DAIŞ bidest xistin û serî li ber terorê ne tewandin. Sekeftina serbazî jî li dij DAIŞ têr nake, ew di warên din de jî dive bên rawestandin. Ideolojî û binemayên wê divê ji  hole bên rakirin.

Balî got: herçend DAIŞ lawaz dibe, Tirkiye hin hewldanan dike, ku dixwaze hêzê bide DAIŞ.

Balî destnîşan jî kir, pêwendiyên pêwîst di navbeyna Hêzên hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokrat de hene. Hewl jî tên danîn, gefên Tirkiye bên rawestandin. Ji aliyê xwe ve, Rêvebiriya bakurê Suriye liser tu aliyek ne metirsî ye.

 

 

C.B