Hikûmeta Herêma Kurdistanê banghêşta Konsolê Giştî yê Îranê dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê topbarana navçeyên sînorî ji aliyê Îranê ve şermezar dike û banghêşta Konsolê Giştî ya Komara Îslamî ya Îranê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê topbarana navçeyên sînorî ji aliyê Îranê ve şermezar dike û banghêşta Konsolê Giştî ya Komara Îslamî ya Îranê dike.

Derbarê topbarankirina topxaneya Îranê ji deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê re, hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanik belav kir.

Hikûmetê di daxuyaniyê de topbarankirina Îranê şermezar dike û dibêje: “Ew di demekê de ye, ku em pabendî bi binemayên cîrantiyê baş dibin û dest naxin di nava karûbarên hevdu û ne aliyek in di pirsgirêkên Komara Îslamî ya Îranê û grûpên opozîsyonê û giriftên di navbera wan de.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Naxwazin di bin wê perdeyê, xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê yên li navçeyên sînorî wek koçer û gundiyan bibine qurbaniya topbarana Komara Îslamî ya Îranê.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de vê karî şermezar dike, daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê dike, dest ji êrîşkirina li ser xelkê sivîl û xaka Herêma Kurdistanê rake.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê banghêşta Konsolê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê dike û dibêje: “Armanc ji vê banghêştê ew e bo peyam û helwesta nerazîbûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîne paytexa xwe.”