Komela Îslamî jî pêşniyaza PDK û YNKê red kir

Piştî Tevgera Goranê, Komela Îslamî ya Kurdistanê jî pêşniyaza PDK û YNKê ya aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî Tevgera Goranê, Komela Îslamî ya Kurdistanê jî pêşniyaza PDK û YNKê ya aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê red kir.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed derbarê aktîvkirina parlementoya Kurdistanê de ragihand, “Divê parlemento bi desteya serokatiyê ya ku heye, kar bi bername, civîn û karên xwe bike û bi hev re hemû pêngava bo çareserkirina pirsgirêkên din bavêjin.”

Ev redkirina Komela Îslamî ji pêşniyara PDK û YNKê y abo aktîvkirina parlementoyê di demekê de ye, ku berî bîstekê Tevgera Goranê jî ew pêşniyaz red kir û ragihand, pêwîst e parlementoya Kuristanê bi desta serokatiyê yak u heye bê aktîvkirin û her pêşniyazek bi merc bo akîtvkirina parlementoyê qebûl nakin.

Li gor pêşniyaza PDK û YNKê, Yûsif Mihemed di yekem civîna parlementoyê de beşdar dibe û piştî wê ew desteya serokatiyê ya niha heye bê guhatin û desteyeke nû were hilbijartin.