Nêçîrvan Barzanî: Diktor Firsat Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xatirxwastinê ya Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî diktor Firset Sofî de ragihand, diktor Firsat Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xatirxwastinê ya Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî diktor Firset Sofî de gotarek pêşkêş kir û ragihand, diktor Firsat Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xatirxwastinê ya Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî diktor Firset Sofî de got: "Diktor Firsat kêm jiya, lê jîyana wî tijî kar û berhem bû. Bi çîroka serkeftina jîyana xwe, wêneyekî ciwan ji me hemûyan re hişt. Nimûneya karzanî, destpakî, niştimanperwerî, dilsozî û xemwarî ya welat bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: "Duhî Serok Barzanî jê re nivîsand û got min kurekî xwe ji dest da. Kesayetî, konsolxane, xelkê Hewlêr û Kurdistanê jî ew weke stêreke li ezman binav kir.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê yê ku di 16 ê Cotmeha 2019an de fermana Serokatiyê ya destbikarbûna diktor Firset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê derkir, got "Diktor Firset çendî mebesta wî ji bajêr re bû, ewqas û zêdetir jî armanc dikir ku ji bo gund û deveran gelek tiştan bikin. Ew her tim bi wê xemê bû û ji min re jî digot, ji ber rewşa aborî û kêmbûna dahatê, em nikarin wek tê xwastin xizmetê bikin."

Nêçîrvan Barzanî got: "Diktor Firsat carekê bi sivikî Korona girt û baş bû, lê cara duyem mixabin koça dawiyê kir."

Fersat Sofî 41emîn parêzgarê Hewlêrê piştî 30 rojî ji pêketina bi vîrûsa Koronayê, duhî 18/11/2020an di temena 42 saliya xwe de li Enqerê koça dawiyê kir.

Îro li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Seroka Perlemanê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, wezîr, perlemanter û aliyên siyasî, merasîma anîna cenazeyê Firset Sofî birêve diçe. Piştre dê termê dktor Firset Sofî li goristana Şêx Ehmed a li bajarê Hewlêrê bi xakê tê spartin.