Peyamên konsolosxane û nûnertiyên welatan ji bo koça dawiyê ya Firset Sofî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya koça dawiyê yê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, nûneratî û konsolxaneyên welatên li Herêma Kurdistanê ne, hevxemiya xwe ragihandin û peyamên serxweşîyê arasteyî malbat diktor Firset, Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê û bajêrê Hewlêrê bi taybetî kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya koça dawiyê yê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, nûneratî û konsolxaneyên welatên li Herêma Kurdistanê ne,  hevxemiya xwe ragihandin û peyamên serxweşîyê arasteyî malbat diktor Firset, Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê û bajêrê Hewlêrê bi taybetî kirin.

Nûnertiya Kanada li Hewlêrê:

Seroka Nûneratiya Kanada li Hewlêrê Ashley Durec di peyamekê de ku li ser tora civakî ya Twitterê belav kir, serxweşî li Parêzgarê Hewlêrê kir û nivîsî: "Bi gelek mixabinî nûçeya koça dawiyê ya Dr. Firsat Sofî me bihîst. Ew parêzvanekî bêwestan bû. Em serxweşxiyê li hezkiriyên wî, dost û hevalên xwe re dikin. "

Konsolxaneya Polanda li Hewlêrê:

Konsolxaneya Polanda li Hewlêrê di peyameke serxweşiya de ku li ser tora Twitterê belav kir, hevsozerîya xwe ji bo malbata wî û tevahiya xelkê Hewlêrê nîşan da û nivîsand: “Koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê, em nîgeran kirin. Hevsozîya xwe ji malbat û dost û xelkên Hewlêrê re radigihînin. Em hêviya sebrê ji bo rûbirûbûna vê ziyana mezin ji wan re dixwazin.”

Konsolxaneya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê:

Konsolê Giştî yê Holandayê li Hewlêrê Hans Akerboom li hejmara xwe ya taybet li twitterê peyameka serxweşîyê bi boneya koça dawîyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî belav kir û ragihand: “Konsolxaneya Holanda li Hewlêrê serexweşiya xwe bi boneya koça dawîyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firsat Sofî radigihîne. Bi malbata wî, hevalên wî û hemû xelkê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê re hevsoz in.”

Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyê li Hewlêrê:

Herweha Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyê li Hewlêrê li ser twitterê hevxemiya bi wê boneyê nîşanî da û nivîsand: “Mixabin îro me nûçeya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firsat Sofî bihîst. Em daxwaz ji Xwedayê mezin dikin ku wî bixe dilovanîya xwe û serxweşîyê li malbata wî bikin.”

Konsolxaneya Hindistanê li Hewlêrê:

Konsolxaneya Hindistanê li Hewlêrê jî di peyamekê serxweşî û hevsoziyê de bi bo koça dawiyê ya diktor Firset Sotî li hejmara xwe ya li tora Twitterê belav kir û got: “́Keça dawîyê ya Dr. Firsat Sofî xemgîniyeke mezin e. Bi nûnertiya Konsolxaneya Giştî û gelê Hindistanê, serexweşîyên xwe pêşkêşî binemala parêzgarê koçkirî û xelkê Herêma Kurdistana Iraqê dikin. Xwedê jêrazî di bîr û lavayên de me zindî dimîne.”

Konsolxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê:

Herwiha Konsolxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê jî li ser twitterê peyamek pêşkêşî malbata parêzgarê Hewlêrê kir û tê de ragihand, “ serxweşiyê li malbat û hevkarên Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firsat Sofî, cîran û dostê konsolxaneya me dikin ku serê sibê koça dawiyê kir.”

Konsolxaneya Îtalya li Hewlêrê:

Ji alîyekî din ve, Konsola Giştî ya Îtalya li Hewlêrê Serena Muronî li ser tora xwe ya twitterê hevxemiya xwe ji bo keça dawîyê ya Parêzgarê Hewlêrê nîşan da û di twîtta xwe de nivîsand: “Koça dawîyê ya Dr. Firsat Sofî xemgîniyeke mezin e. Em serexweşiyên xwe pêşkêşî malbat û hezkirîyên wî û herwisa xelkê Hewlêrê û Kurdistanê dikin.”

Konsolxaneya Giştî ya Brîtanyayê:

Hevdem Konsolê Giştî yê Brîtanî li Hewlêrê James Thornton di peyamekê de ku li ser twitterê weşand, tê de nivîsî: "Bi bihîstina koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firsat Sofî bi vîrûsa Koronyê, em gelekî xemgîn bûn. Ew kesekî naskirî û hezkirî bû û karê xwe bi cidî pêk dianî. Karesateke mezin e ku di temenekî zû de koça dawiyê kir.”

Konsolxaneya Giştî ya Kuwêtê li Hewlêrê:

Her bi vê boneyê de Konsolxaneya Giştî ya Kuwêtê li Hewlêrê di du daxuyaniyên cuda de ku arasteyî Hikûmeta herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê kirin, hevxemiya xwe ji bo koça dawîyê ya Firsat Sofî ragihand û tekez jî kir: “Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firsat Sofî ji me re hat. Bi vê karesatê, em hevparê êş û xemên we n vî kincê ne. Em serxweşîyê li we dikin û daxwazê ji xwedê mezin dikin dikin ku wî di bihuşta xwe ya fireh û dilovaniya xwe şad bike.”

Şaredariya Parîsê:

Her bi vê boneyê, Alîkarê Şaredarê Parîsê û Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî yê Şaredariya Parîsê Arnaud Ngatcha di twîtekê de xemgîniya xwe anî ziman û got: “Bi gelek mixabinî me nûçeya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firsat Sofî bihîst. Ev ziyaneke mezin ji Kurdistana Iraqê re. Ez sersaxiyê ji xizmên wî û gelê Kurd re dixwazim."

Konsolxaneya Koryaya Başûr li Hewlêrê:

Konsolxaneya Koryaya Başûr li Hewlêrê peyama xwe serxweşiyê bi zimanê Kurdî li hejmara xwe ya taybet a facebookê de weşand û ragihand: “Em ji nûçeya koça dawîyê ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firsat Sofî dilteng bûn. Konsolxaneya Koryaya Başûr serxweşiyê li malbat û hezkiriyên wî dike û hevxemiya xwe ji xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistanê derdibirîne.”