Barzanî: Referandûm di dema diyarkirî de tê kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, heger çaverê bin ku hemû pirsgirêkên navçê çareser bibin û piştre biçin referandûmê, ew roj nabe, ji ber ku ji piştî rûxandina rêjîma berê ya Iraqê di sala 2003an de, roj bi roj pirsgirêk zêdetir dibin, paşxistina referandûmê ne di berjewendiya me û aramiya navçê de ye, ji ber wê bi ti awayekî referandûm bipaş nakeve û di roja 25 Îlonê de dest pê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, heger çaverê bin ku hemû pirsgirêkên navçê çareser bibin û piştre biçin referandûmê, ew roj nabe, ji ber ku ji piştî rûxandina rêjîma berê ya Iraqê di sala 2003an de, roj bi roj pirsgirêk zêdetir dibin, paşxistina referandûmê ne di berjewendiya me û aramiya navçê de ye, ji ber wê bi ti awayekî referandûm bipaş nakeve û di roja 25 Îlonê de dest pê dike.

Dema Referandûmê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel kenala “France24” de derbarê paşxistina referandûmê li piştî hilbijartinên Iraqê ya di Adara sala bê de got:“Dibe ku nêrîneke Iraqê ya din hebe, lê di nêrîna me de ti pêwîstî tune ye ku referandûmê bipaş bixin. Kî dibêje ku ew hilbijartin di dema xwe de tê kirin? 14 sal in em her dema referandûmê bipaş dixin, êdî nema dikarin zêdetir dereng bihêlin.”

Herwiha Barzanî got: “Kurd di dema rûxandina rêjîma berê û dirustkirina Iraqeke nû de roleke sereke bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê, hilbijartin û nivîsandina destûrê, lê di salên dû re roj bi rojê rola Kurd hate kêmkirin û niha ti tiştekî me ligel Iraqê nemaye û ti sûda me jî di hilbijartinan de tune ye. Em pêwendiyên xwe ligel Iraqê nabirin, bi me xweş e ku em ji Bexdayê re kûrahiya stratejîk bin û Bexda jî bo me kûrahiya stratejîk be.”

Bexda madeya 140 cibîcî nekir

Derbarê encamdana referandûmê li navçeyên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de Barzanî got: “Di sala 2005an de destûr hat dariştin û xelkê Kurdistanê tê de beşdar bû  ji bo çaresekirina pirsgirêka wan navçeyên madeya 140 heye, her çend e ku wateya wê ne ew bû ku em gûmanê li Kurdistanîbûna Kerkûk, Şingal û Xaneqîn ya devereke din dikin, lê ji bo ku bi awayekî destûrî û yasayî ew pirs bê çareserkirin. Lê ji 2005an û heta îro ji bo çi Bexdayê ew made cibicî nekir? Ne berê û ne niha ti gûmana me li ser nasnameya wan navçeyan tune ye. Ligel wê jî em hez dikin ku Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî bên alîkariya me bikin, ji ber ku hin navçeyên Erebî tê de dijîn, girîng e ji me re ku em vegerin nêrîna xelkê û ew biryarê xwe bidin, heger xwastin vegerin ser bi Herêma Kurdistanê, divê em rêzê lê bigirin, heger xwastin jî divê em rêzê li biryara wan bigirin.”

Referandûm li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê

Derbarê heger Bexdayê got: “Nabe referandûm li wan navçeyan were kirin de, Barzanî got: “Heta niha Bexdayê negotiye nabe referandûmê li wan navçeyan bikin, lê em hêvîdar in ku her tiştek bi guftûgo û jihev têgihêştin be, heger ew fişar û hêz û gef li dijî me bikar bê, wê demê em jî destê girê nadin.”

Li ser pirsa heta çendî bawerî heye ku piştî referandûmê guftûgoya ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî erênî be, Barzanî got: “Hêvîdar in bigihin encamên erênî, lê ew pirs tenê bi Ebadî ve ne girêdayî ye, ji ber ku ew pirs pêwîstiya wê bi hemûxelkê Kurdistan û Iraqê û hêzên siyasî ve heye û hêvîdar in hemû erînî bin û ji vê rewşê têbigihin.”