Teqînekê Efrîn hejand

Şeva bûrî li riya sereke ya Efrînê ya bi navê “Riya Raco” teqînekê rû da, li gor zanyariyan ti ziyanên canî nebûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî li riya sereke ya Efrînê ya bi navê “Riya Raco” teqînekê rû da, li gor zanyariyan ti ziyanên canî nebûn.

Jêderên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, şeva bûrî demjimêr 21:30 li riya Raco bombeyek ji bermîleke çopê de teqiya û hin ziyanên madî gihîşt avahiyên nêzîkî cihê teqînê.

Jêderên ji Efrînê ji K24ê re tekez kirin, di encama teqînê de ti ziyanên canî nebûn û tenê hin madî gihîştin hin avahiyê li nêzîkî cihê teqînê.

Riya Raco riya sereke ya bajarê Efrînê ye û teqîn li nêzîkî kompanyaya “Herem” hatibû encamdan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî ve, ta niha bi dehan bombe û mayînê vedayî tên teqandin û bi dehan jî welatiyên Efrînê bûne qurbanî.  

 

S. B