Emerîka: Îran ji Şenaglê ve mûşekan dihavêje

Coy Hud, karbirêkerê balyozaxane ya Emerîka li Îraqê, Supa yê Pasdar ên Îranê tometbar kir bi peredanê bi çar alî yên Îraqî, ji wan jî; girûp a Nûceba û Hizbûlla ya ser bi Heşda Şeibî. Got jî: Ev girûp ên hanê bûyne rêgir li pêşîya vegerran a awareyan bo dever ên xwe.

K24- Hewlêr

Coy Hud, karbirêkerê balyozaxane ya Emerîka li Îraqê, Supa yê Pasdar ên Îranê tometbar kir bi peredanê bi çar alî yên Îraqî, ji wan jî; girûp a Nûceba û Hizbûlla ya ser bi Heşda Şeibî. Got jî: Ev girûp ên hanê bûyne rêgir li pêşîya vegerran a awareyan bo dever ên xwe.

Di dîdarek a telefizyonî de, Hûd, got: Rêkar ên Emerîka li dijî Supa yê Pasdar ên Îranê, sîyasî, dîplomasî û abûrîne, ne serbazîne, Me divêt bi van givaşan Îranê rakêşîn ser mêz a danûstandinan.

Amaje bi wê jî da ku Supa yê Pasdaran, rêkxistîyek a teroristîye û nabe li jêr ti nav ên din danûstandin li ser wan bihê kirin.

Karbirêkerê balyozxane ya Emerîka li Îraqê got:  Her demek a Supa yê Pasdaran gef a serbazî li Me bike, Em Bersiv a wan dê bidin. Behs a wê yekê jî kir: Supa yê pasdaran ji alî yê abûrîve, her sal bi yek milyar Dolar alîkarî ya Hizbulla ya Lubnanî, girûp a Nuceba, Ketîbe yên Hizbulla ya Îraqî û Husî yên Yemenê dike. Ev çar alî jî selametîya wan welatan nevên ku têde ne.

Coy Hud tekez kir, Feyleq a Qudis a ser bi Supa yê Pasdar ên Îranê desthilat a  xwe berfireh dike li Îraqê.  Niha xelk ê Îraqê bêzar kirîye û rê diger ji vegerran a awareyan bo dever ên wan.

Hud dibêje: Berî çend rojan Ez li Felûce bûm. Min rewş a dijwar a awere û koçberan dît li bakûr ê Babilê. Ev di demkê deye Ketîbe yên Hizblla ret dikin rê nedabin aware yên Cerfilsexir vegerrin deverên xwe.

Her di wê dîdarê de behs a wê yekê kir: Min ti zanyarî li ser wê yekê nîne ku Supa yê Pasdaran mûşek ên balistî li girûp ên Îraqî xistibin, lê dizanim hikumet a Îraqê bi rê ya Supa yê Pasdaran  dest ê xwe dixe karûbarên hindûrî.

Tekez jî kir: Berê Îranîyan ji Şengalê ve mûşek havêjtine û wan divên evan çalakîyan li seranserê ax a Îraqê encam bidin.