Pêşmerge li hemû mihweran êrîşa Heşda Şeibî têkşikandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro çekdarên Heşda Şeibî ji çend mihweran ve êrîşî sengerên Pêşmerge kirin, lê hêzên Pêşmerge li hemû mihweran êrîşa Heşda Şeibî têkşikandin û çendîn serkirdeyê Heşdê hatin kuştin û birînkirin.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, hêzên Pêşmerge li hemû mihweran êrîşên Heşdê têkşikandin û ziyaneke mezin li wan kirin."
Her li gorî wan zanyariyan: "45 çekdarên Heşdê hatin kuştin û 75 birîndar bûne û ji nexweşxaneya Zumar hatine veguhestin ji bo Mûsilê, herweha Pêşmerge 12 hemer û otombêlên serbazî yên Heşdê têkşikandine."