Fermandariya Giştî yê Pêşmerge: Hin berpirsên YNKê xiyaneteke mezin li Kurdistanê kirin

Fermandariya Giştî yê Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, di êrîşa li ser Kerkûkê de artêşa Qudis û çekdarên Heşda Şeibî û hin berpirsên xayîn yên YNKê encam dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî yê Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, di êrîşa li ser Kerkûkê de artêşa Qudis û çekdarên Heşda Şeibî û hin berpirsên xayîn yên YNKê encam dan.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, ew êrîşa Heşd û artêşa Iraqê bi çek, zirîpoş û tankên Abrams û çekên din yên hevpeymanan hatiye kirin.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî yê Pêşmergeyên Kurdistanê de hat: “Îro 16 Cotmeha 2017an de, hêzên Heşda Şeibî yên ser bi artêşa Pasdarên Îranê ve bi fermana Îqbalpor û bi hevkariya hêzên Iraqî dest bi êrîşeke fereh li ser Kerkûk û navçeyên derdora Kerkûkê kirin. Ew êrîş bi aşkere şerê li dijî gelê Kurdistanê ye.

Ew êrîşa hikûmeta Iraqê û heşd û hêzên ser bi biryara Qudisa artêşa Parasdan encam daye, tolhildana ji xelkê Kurdistanê ye ku daxwaza azadiyê kirin û tol e ji xelkê Kerkûkê yê serbilind e ku helwesta merdane dane.

Mixabin hin berpirsên YNKê alîkariya wê plana li dijî gelê Kurdistanê bûne û xiyaneteke mezin û dîrokî ye li Kurdistanê û li wan şehîdanên ku li jêr ala YNKê giyanên xwe fîdayî Kurdistanê kirine. Ev çend berpirs hin cihên hestiyar bê şer li dijî Heşd û artêşa Pasdarên Îranê vala kirin û Kak Kusret bi tenê hêştin.

Bi hemû aliyan re radigihînin, ew êrîşa Heşd û hêzên Iraqî bi çek, ziîpoş û tankên  Abrams yên Amerîkî û çekên din ên hevpeymanan hate kirin. Ew çekê Amerîkî demek e di bin navê şerê li dijî DAIŞê bo artêşa Iraqê û Heşd hate dayîn. Ew di rewşekê de bû ku di şerê li dijî DAIŞê de çekê pêwîst nedabû Pêşmerge bo şer û berevaniyê li hember teroristsan bike.

Ji vir ve, gelê Kurdistanê li wê yekê dilniya dikin, ku tevî ne pakiya hin berpirs û plangîriya hikûmeta Iraqê û artêşa Pasdaran, lê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi moraleke bilind li hemû cihan berevaniya qehremanane dike û tekez jî li wê dikin, ku ne mumkîne bi plangîrî vîna gelê Kurdistanê têk bişike û rê bidin neyarên gelê Kurdistanê biser bikevin.

Daxwaz ji hemû Pêşmergeyên rasteqîne ên gel û welat û camewerê xweragir dijminbezîn dikin, ewê ji destê wan bê bikin ji bo berxwedan û têkşikandina êrîşê. Berpirsê yekem yê şer firotiye gelê Kurdistanê, hikûmeta Ebadî ye û divê bacê giran yê wê zulmê bide.”