Mîlîşya (Esayib) sipasiya berpirsên YNKê dike

Esayib Ehl Eh-Heq, di daxuyaniyekê de sipasiya wan berpirsên YNK kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Piştî xiyaneta beşek ji berpirsên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û radestkirina sengerên Pêşmerge ji mîlîşya Heşda Şeibî re, Esayib Ehl Eh-Heq, di daxuyaniyekê de sipasiya wan berpirsên YNK kir.

Di daxuyaniya Esayib de hatiye: "Em pesinê helwesta "berpirsane" a berpirsên YNK û wan çekdaran didin, ku berjewendiya Iraqiyan hilbijartin û red kirin, li pey daxwaza cudabûnê biçin ku mebesta wê parçekirina Iraqê bû."

Duh beşek ji berpirsên Yekîtî li gel Qasim Silêmanî û mîlîşya Heşda Şeibî rêketin û biryar dan Kerkûk û tevahiya sengerên Pêşmerge radestî Heşdê û hevpeymanên wan di Supaya Pasdaran de bikin.

Her di wê çarçoveyê de, beşek ji berpirsên YNK fermanyana kişandina hêzên xwe ji sengeran dan û rê ji bo dagîrkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê Heşdê û Supaya Pasdaran ve xweş kirin.

Piştî wê kiryara beşek ji berpirsên YNK, fermandeya giştî ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê ragihand: "Beşek ji berpirsên YNK xiyaneteke dîrokî û mezin li Kurdistan û xwîna şehîdan kirin."