ji ber Rewşa Awarte zimanê Kurdî hatiye dorpêçkirin

Nivîskarê Kurd Kahir Bateyî li Stenbolê gotûbêjek birêve bir. Bateyî diyar kir, ji ber Rewşa Awarte zimanê Kurdî hatiye dorpêçkirin û saziyên Kurdan jî li ziman, çand û dîroka Kurdî xwedî dernakevin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Nivîskarê Kurd Kahir Bateyî li Stenbolê gotûbêjek birêve bir. Bateyî diyar kir, ji ber Rewşa Awarte zimanê Kurdî hatiye dorpêçkirin û saziyên Kurdan jî li ziman, çand û dîroka Kurdî xwedî dernakevin.

Nivîskar û xwediyê Weşanxaneya Sîtav kahir Bateyî li Stenbolê gotûbêjek bi rêve bir. Bateyî di vê gotûbêjê de li ser kêşeyên zimanê Kurdî, qedexe û rewşa medya Kurdî rawestiya û diyar kir, pêwîst e medya Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ne tenê siyasetê divê bi bernameyên ji bo zarokan û zimanê Kurdî jî derkevin pêşberî civakê. Herwiha Bateyî li ser astengiyên zimanê Kurdî jî da zanîn, piştî Rewşa Awarte hatiye ragihandin hem zimanê Kurdî hem jî edebiyata Kurdî li beramberî zordestiyan rû bi rû maye û bi her aliyî ve hatiye dorpêçkirin.

Nivîskar Kahir Bateyî ji K24ê re wiha axivî: "Gelek zehmetî li pêşiya zimanê Kurdî û edebiyata Kurdî hatine danîn. Zimanê Kurdî hatiye dorpêçkirin. Edebiyata Kurdî hatiye dorpêçkirin. Wekî tê zanîn hemû sazî û dezgehên Kurdan yê ku têkîldarî ziman û çanda Kurdan in hemû hatine girtin. Sazî nemane ku xebatên Kurdî bidin meşandin. Di serî de Kurdî-Der û Înstûtiya Kurdî. Ev sê sal in xebatên Kurdî hema bêjin hatine rawestandin."

Kahir Bateyî di berdewama daxuyaniya xwe de dibêje; digel zilm û zora dewletê civak, sazî û dezgehên Kurdan bixwe jî li zimanê Kurdî xwedî dernakavin. Pişaftina li ser zimanê Kurdî her diçe pêşve diçe. Zimanê Kurdî bûye wek zimanê entellektûelan. Ciwan û nifşên nû, siyasetmedar û zarokên wan bu Kurdî na axivin. Lewre jî her diçe zimanê Kurdî dibe wek zimanekî biyaî di nava civaka Kurdan de.

Kahir Bateyî dibêje: "Li aliyekî zor û zehmetiyên ku dewlet derdixe li beramerî zimanê Kurdî, aliyê din jî ku civaka me li zimanê xwe xwedî dernakeve. Hemû saziyên Kurdan xwedî çi baweriyê bin ferq nake, mixabin li zimanê Kurdî xwedî dernakevin. Pêşengên civak Kurdî ku siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd in rola xwe dikeve li ser milê wan pêk nayînin û li ziman, çand û dîroka Kurdan xwedî dernakevin. Ji ber vê jî civak û nifşên nû her diçe bi Tirkî mezin dibin. Ev jî xetereyeke li ser zimanê Kurdî."

Herwiha di gotûbêjê de Kahir Bateyî ragihand; her çiqas di warê medya û teknolojiyê de zimanê Kurdî bi pêş ketibe jî, di nava civakê de zarokên Kurdan bi Kurdî na axivin. Digel zordestî û dorpêça dewletê, kambaxî û xetereya herî mezin ya li ser ziman ew e ku zarokên Kurdan bi ziman û çanda Kurdî ranabin, digel ku navên Kurdî li wan tê danîn jî ew bi zimanê xwe nizanin. Lewre divê herkes berê xwe bide zimanê Kurdî û lê xwedî derkeve