“Tirkiye di azadiya bîr û ramanan de di rêza 157em de ye”

Rêveberên Komeleya mafê Mirovan û rojnamevanan diyar kirin ku li Tirkiyê ji ber jenosîda Ermenan, pirsa Kurd û Kurdistanê û rexnekirina Serokkomar binçavkirina heye û di salên dawî de her zêde çapemeniya Kurd bi zextan re rûbirû ye.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê bi helkefta roja Mafên Mirovan a Cîhanê Çend sazî û dezgehên sivîl ên li Enqerê li hev civiyan û bi panelakê bal kişandin ser binpêkirina azadiya Fikr û ramanan ya Li Tirkiyê. Rêveberên Komeleya mafê Mirovan û rojnamevanan diyar kirin ku li Tirkiyê ji ber jenosîda Ermenan, pirsa Kurd û Kurdistanê û rexnekirina Serokkomar binçavkirina heye û di salên dawî de her zêde çapemeniya Kurd bi zextan re rûbirû ye.

Bi helkefta Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek 10ê Kanûnê hatiye ragihandin û heta 17ê Kanûnê çalakî têne lidarxistin, Li Enqera paytextê Tirkiyê jî ji aliyê çend saziyên sivîl ve bi navê Azadiya Fikr û ramanan panelek hat sazkirin.

Hevseroka komelaya Mafê Mirovan Eren Keskîn ku di panelê de gotarek peşkeş kir ji Kurdistan24ê re da diyarkirin ku li Tirkiyê welatî ji ber sê mijaran ku nêrînên xwe nîşan dinin têne girtin û li Dadgeha mafê Mirovan ya Ewropayê herî zêde Tirkiyê azadiya fikrû ramanan binpê kiriye.

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn ji K24ê re got: “Piştî jenosîda Ermenan ya sala 1915an İdolojiyeke fermî ya dewletê hate avakirin û li gorî vê îdolojiyê Jenosîda Ermenan, Pirsa Kurd û Kurdistanê xeta sor e û dema ku li gorî dawaxên vê îdolojiyê kesek fikrên xwe raber nekin tên binçavkirin û tên girtin. Herwiha kesên ku êdî serokkomar rexne dikin jî têne girtin. Niha dadgeha Mafê Mirovan derbarê 342 dosyeyan de ceza daye Tirkiyê di mijara azadiya Fikr û ramanan de. Niha bi sedan siyasetmedar ji ber fikrên xwe girtîgehan de ne.”

Rojnamevan Hûseyîn Aykol ku di kudetaya serbazî ya sala 1980an deli Tirkiyê 10 salan girtîgehê de maye û ji ber nivîsên xwe ev 4 meh bû di girtîgehê bû da zanîn ku bi sedan rojnamvan ji ber fikrên xwe girtî ne û taybetî tundiya ser çapemeniya Kurdî roj bi roj zêde dibe.

Rojnamevan Hûseyîn Aykol ji K24ê re wiha axivî: “Tundiyeke mezin li ser çapemeniyê heye û niha 120 rojnamevan di girtîgehan de û ev hejmar her roj zêde dibe. Weke salên 1990î li ser çapemeniyê zext heye û di salên 90î de rojnamevan dihatin kuştin û niha jî bi salan bê suc di girtîgehan de dimînin. Li ser hemû çapemeniya muxalih zext heye lê di salên dawî de zext û zordariya herî mezin li ser çapemeniya Kurdî ye. Rojname, ajans, kowar û malperên Kurdî her têne girtin û destûr nayê dayîn ku rojnameyeke Kurdî li Tirkiyê bê çapkirin.”

Li gorî raporta 2019an ya Rojnamevanên sînornenas di warê azadiya fikrûraman û çapemeniyê de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 157an de cih digre û rojnamevanên ku profesyonel dixebitin herî zêde li Tirkiyê di girtîgehan de ne. Herwiha li gorî raporta Poatforma Hevbeş ya Mafê Mirovan tenê di navbera mehên Cotmeh û Kanûnê de 88 hezar 236 malper li Tirkiyê hatine astengkirin.