K24 sedema derkirina nûnerê YNKê ji Tirkiyê aşkere dike

Jêderekî nêzîkî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sedema daxistina nûneratiya YNKê li Enqerê û derkirina nûnerê wê partiyê ji K24ê re aşkere û got: “Çekdarên PKKê li bajarê Silêmaniyê çend welatiyên Tirkiyê ji bo Qendîlê revandin,

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî nêzîkî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sedema daxistina nûneratiya YNKê li Enqerê û derkirina nûnerê wê partiyê ji K24ê re aşkere û got: “Çekdarên PKKê li bajarê Silêmaniyê çend welatiyên Tirkiyê ji bo Qendîlê revandin, ji ber wê jî nûneratiya YNKê hate daxistin û nûnerê wê partiyê hate derkirin.”

Wî jêderî amaje bi wê kir jî, “Her wek Behroz Gelanî di konferansa rojnamevanî de amaje pê kiriye, giliyên Tirkiye li dezgehên ewlehiya Silêmaniyê hene, ji ber ku destê PKK li wê sînorê bilind e û xelkê direvînin.” Li gor wî jêderî YNKê mijûlî guftûgoyê ye, da ku PKK wan welatiyên Tirk azad bikin.

Derange şeva borî, Nûnerê YNKê li Tirkiyê Behroz Gelanî gihêşte Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de got: “Berî çend rojên borî, li Wezareta Derve ya Tirkiyê hatiye agahdarkirin, ku bûyerek li sînorê di bin destê YNKê de bûye û ew ji siyaseta dezgehên ewlehiyê nîgeran in. Ev jî bû sedem ku Nivîsgeha Pêwendiyên YNKê ya li Enqerê bê daxistin û daxwaza ji min kirin di dema 3 rojan de bê daxistin.”

Got jî: “Hebûna PKKê li sînorê Silêmaniyê û çûnûhatina wan, bandoreke mezin li ser pêwendiyên di navbera Tirkiye û YNKê kiriye û pêwîst e PKKê rewşa Herêma Kurdistanê li berçavan bigire.”