Dîlan Bozyil wêneyên li ser xeta Parîs û Beyrût girtine nîşan dide

Ev pêşangeha wêneyan bi navê "Xetta Bextewariyê, Parîs û Beyrût" e.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Hunermenda Kurd Dîlan Bozyil ji Diyarbekirê dikeve rê û li ser xetta Beyrûd û Parîsê bi wan wêneyên girtine herkesî diajo ser serwûneke nû û ku di navê de kêfxweşî, bextewarî û şadî heye. Ev pêşangeha wêneyan ya bi navê "Xetta Bextewariyê, Parîs û Beyrût" ya hunermenda Kurd Dîlan Bozyel li Stenbolê li Înstûtiya Fransî hate pêşandan.

Hunermenda Kurd ya wênegir Dîlan Bozyel di 19 saliya xwe de ji bajarê ku lê tê dinayê ji Diyarbekirê derdikeve û piştî dibistanê jî xelas dike gera wê ya ji Rojhilata Navîn heta Ewrûpayê dest pê dike. Ew dibêje, ev gera wê ti carî ne gereke geştyarî bûye. Her cihê çûyê, xwe wek xwecihê wê derê dîtiye. Bozyel, di vê rêwitiya xwe de li gelek bajaran dimîne ji Rojhilata Navîn heta welatên Ewrûpayê. Ew di vê gerê de li pey têgîna kêfxweşî û bextewariyê ye. Vê yekê jî li Beyrût û Parîsê hîs dike. Ji loma piştî pirtûka xwe çap dike navê pêşangeha xwe jî ku li Înstûtiya Fransî ya Stenbolê raxistiye wek "Xetta Bextewariyê, Parîs û Beyrût" datîne.

Wênekêşa Kurd Dîlan Bozyel ji K24ê re got: "Herkes li pey gerekê ye. Dixwaze ji nava wê geravê derkeve. Wisa xeyal dike ku dema ji wê geravê derkeve wê kêfxweş bibe. Ew hîssa kêfxweşî û bextewariyê wek berdewama gereyê. Ji loma bêhtir ez dikarim behsa gera kêfxweşiyê bikim. Di wêneyên min de jî ev nêrîn derdikeve pêş. Piraniya wêneyên min protre ne. Belkî hin wê bi xwarina dondurmayê hin kes firîna kevokan û hin kes jî bi pênûsa ku wê ji çenteyê xwe derxin kêfxweş bibin."

Hunermenda Kurd Dîlan Bozyel dibêje, biqasî ku ew li kolanên Parîs û Beyrûdê kêfxweş bûye li tû cihên din yê dinyayê şad nebûye. Wêneyê birca Eyfel jî wê fêrî gelek tiştan dike ku nalokiyên mezin ên jiyanê di nava xwe de dihewîne.

Dîlan Bozyel diyar dike: "Roja dawîn bû ez ê vegeriya me Stenbolê. Yekemcar wê rojê wek geştyarekê derketim kolanên Parîsê. Di wê navê de baranê dest pê kir. Ji nişkave qijik firiyan. Ez li pişta xwe zîvirîm, dinya vebû û min dît ku kesekî bê mal li ser çopê ye, di bin birca Eyfelê de. Di nava vê çîrokê de wî bi xwe gera xwe ya jiyanê nîşanî min da. Min biryar dabû ku ez ê birca Eyfelê nekişînim ji ber ku gelek wêneyên wê hatine girtin. Lê bi vî weneyê Eyfelê ku wêneyê sereke ya pêşangeha me ye, Parîsê bi xwe, bi min da nîşan ku divê ez wê bi sivikî nenirxînim."

Welatiyên ku li pêşangeha Dîlan Bozyel geriyan jî dibêjin; ew kêfxweşî û bextewariyên ku mirov xewn û xeyala wê dikin bi rêya hûnermend di xeta wêneyê Parîs û Beyrûdê de baş hatine nîşandan.

Welatî Dr. Sedef Bahçecîoglu: "Min ev pêşangeh gelekî eciband. Pêşangeh gelekî ji dil û hinavê ye. hemû wêne ji nava jiyana rojane hatine hilbijartin. Kesî poz nedaye, û peyama pêşangehê ya herî watedar jî ev e, em biçin kî derê jî di dawiyê de em ê vegerin mala xwe. Em ji bo van wêneyên helbestî spasiya hûnermendê dikin."

Ev pêşangaha Dîlan Bozyel ya ku ji pirtûka wê ya wêneyan hatiye dirûstkirin û ji avahiyên hatine gulebarankirin ên li Beyrûdê heta birca Eyfelê ya Parîsê wan bajarên bi tenê ku bi têbiniyên di berîka xwe de bi xewn û xeyalên reş û spî tomar kiriye, dixwaze rojekê li Hewlêrê jî raber bike.