Aktar: Dewleta Tirkiyê riya siyasetê ji Kurdan re digire

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê û mafnas Mihemed Emîn Aktar di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a K24ê de ragihand, hikûmetê ji berî hilbijartinan jî amadekariyên dayîna qeyûman dikir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê û mafnas Mihemed Emîn Aktar di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a K24ê de ragihand, hikûmetê ji berî hilbijartinan jî amadekariyên dayîna qeyûman bo şaredariyan dikir.

Sala 2016an di rewşa awarte de bi biryarnameyekê de qanûna şaredariyan hat guhartin û xalek lê hat zêdekirin, li gor wê xalê jî, heger kesek bi sûceke terorê were tometbarkirin, rê dide Wezîrê Navxwe û walî wî ji erkê wî were dûrxistin û qeyûm were erkdarkirin, lê ev qanûn di rewşa awarte de likar bû, lê ji sala 2018an ve rewşa awarte nemaye, ji ber wê jî jikardûrxistina şaredaran ne yasayî ye.

Herwiha da zanîn: Roja 1ê Nîsana bûrî ango rojekê ji piştî hilbijartina şaredariyan wîlayeta Diyarbekirê nivîske ji Wezareta Navxwe re rakiriye, Wezaretê jî ew nivîs ji xwe re kiriye bingeh û şaredar ji kar bidûr xistiye. Ev yek tê wê wateyê ku hikûmetê ji berî hilbijartinan amadekarî kiribûn, heger HDP şaredariyan bidest bixe, dê ji destê wê derxîne.

Diyar kir jî: Hikûmet şaredariyan tometbar dike ku pereyan dide Qendîl û PKKê, lê pereyên şaredariyan hemû bi belgeyan tên diyarkirin ka ji kû tên û çawa tên xerckirin û herwiha di bankan re derbas dibin.

Aktar Amaje bi wê yekê jî kir, heta niha ne hikûmetê û ne ti aliyekî din ti belge derbarê tometên ku şaredar pê tên tometbarkirin ne ji dadgehê re û ne ji ragihandinê re aşkere nekirine.

Mafnas Mihemed Emîn Aktar got jî: “Serokomar û Wezîrê Navxwe berî hilbijartinên 31ê Adarê gotibûn ew lêkolînê dikin, heger pêwendiya şaredaran bi rêxistineke terorê re hebe, dê ji kar bên dûrxistin. Ev jî tê wateya ku li Tirkiye û Bakurê riya siyasetê li pêş Kurdan tê girtin. Ango dewleta Tirkiyê riya siyasetê ji Kurdan re digire.”  

 

 

S. B